ÇETEBÛNIYA RÊVEBERIYA TIRK
DÎMENÊN SEDAT PEKER KARÊN QIRÊJ ÊN SULEYMAN SOYLU RAXISTIN BER ÇAVAN
Ji lîderên mafyaya Tirk Sedat Peker ji ber xerabûna têkiliyên xwe yên bi rayedarên dewleta Tirk re, li ser hev vîdeoyan belav dike.
Ew dîmenên qalkirî çetebûyiniya rêveberiya Tirk û bi taybetî jî wezîrê şerê li dijî Kurdan Suleyman Soylu di navenda wan karên mafyayê de cih digire.
Soylu piştî weşandina dîmenan, rojnamevan Hadî Ozişik û birayê wî Suleyman Ozişik xistine dewrê û ji Peker dixwazin belavkirina dîmenan rawestîne.
Pêşî birayên Ozişik îdîayên navbeynkariyê red kirin, lê piştî ku dîmenên wê derketin holê, zimanê xwe guhertin.
Wezîrê şerê li dijî Kurdan Suleyman Soylu jî tevî dîmenan îdîa kir ku birayên Işik komplo çêkirine û wê giliyê wan bike.
Di vê navberê de Sedat Peker bi vîdeoyekî nû, îtîrafên li ser Suleyman Soylu dewam kirin.