Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistinên Fransayê: PKK ne terorîst e, ew muxatab e

 

DESTEKA JI BO PKK’Ê
RÊXISTINÊN FRANSAYÊ: PKK NE TERORÎST E EW MUXATAB E

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên di bin banê Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re hatin cem hev ji bo piştgiriya bi PKK’ê re kampanyayek da destpêkirin.

Rêxistinên Fransayê ku di nav de Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Partiya Komunist a Fransayê û Partiya Çep û Yekîtiya Bajar û Herêmê ya Azadî û Piştevaniyê jî heye bi vê kampanyayê dixwazin Yekitiya Ewrûpayê dawî li neheqiya bi salan bîne û PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Rêxistinan destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd herkesî eleqedar dike û gotin;

Qanûnîbûna PKK’ê deynekî me ye divê em bidin gelê Kurd.

Di daxuyaniya hevpar de hat bibîrxistin ku Ewrûpayê bi fermana Amerîkayê di gulana 2002’yan de PKK’ê xist nav lîsyeyê.

Di daxuyaniyê de ev xal derketin pêş:

PKK’ê her dem tiştek ji xwe re kir armanc, ew ji bo berxwedana li dijî hovîtiya dewleta Tirk ava bû.

Wekî ku di hiqûqa navneteweyî de jî tê diyarkirin divê mafê gelê kurd hebe çarenûsa xwe diyar bike.

PKK xwediyê projeyeke siyasî ya wisa ye ku ew jî xwe dispêre hemû nirxên humanîst ên wekî yên me.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî biryara 15’ê Mijdara 2018’an a T-316/14 a Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê, cihgirtina PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorê de ne qanûnî ye û wiha hat gotin:

Hêzên rojavayî bi neqanûnîkirina PKK’ê, bi israra xwe ya parastina Tirkiyê ji pêkanînan, bi nixumandina zilma giran, di bin berpirsyariyeke giran de ne.

Îro Fransa jî di nav de welatên endamên Ewropayê di warê edaleta Ewropayê de xwe li derveyî hiqûqê bi cih dikin.

Saziyan destnîşan kir ku PKK ne rêxistineke terorîst lê ew aliyekî çareseriyê ye û muxatabê doza kurdî ye:

Tevgera Azadiyê PKK 19 sal in di vê lîsteya reş de ye.

Mohra ‘PKK-Terorîst’ heqareteke ku li rûyê gelê Kurd hatiye xistin.

Ji bo mafê jiyanê ya bi rengê aştiyane, em deyndarê Kurdan in ku PKK’ê qanûnî bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv