Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêşad Sorgul: Hevîrê têkoşînê hiltê 04.02.2021

 

HEVÎRÊ TÊKOŞÎNÊ HILTÊ
RÊŞAD SORGUL / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Rêveberiya Washingtonê xwe ji vî zarokê qilafetmezin xilas kir. Kesayetên ji rêûresma Qesra Spî xistin nava rêveberiyê. Bi vê re xuya ye ku siyaset car din vedigere ser sêra berê. Lê hin hêman nîşanî me didin ku pirr mezin nebin jî wê hinek tişt ne weke berê bin. Mînak dewleta Tirk a bi awayekî emperyal belav bûye û nekariya xûkiya vê xisara xwe bi dest bixe, heta bi qirikê di warê aboriyê de ketiye çiravê û bist bûye. Ji lewra jî dewleta Tirk dest pê kiriye, hewl dide xwe nêzî Ewrûpayê bike û bi vî awayî jî xwe nêzî rêveberiya nû ya Emerîkayê bike. Ew dixwaze rû bikişîne ser polîtîkaya xwe ya bi armanca qirkirinê, bi hinek kirinên qelp û vê bi qelpezanî bike. Jixwe, hewldana herî dawî ya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulûsî Akar li Iraqê û Başûrê Kurdistanê neçariya wan nîşan dide. Ewçend bêgav û neçar e ku ji bilî PDKʼê hêzeke xwe pê bigire nemaye.

Dîsa ji heman neçariyê musteşarê xwe yê îstixbaratê Hakan Fîdan di binî re û bi dizî dişîne cem rêveberiya Şamê û hewldanên wê yên li cem Îranê. Heye ku ji vê neçariyê hin guhertinan di nava xwe de ango di rêveberiya xwe de bike û belkî jî bi xwe rê bide muxalefeteke nû. Axir gelek îhtîmal mumkin in. Ji ber ku polîtîkayên wan ên çavkorane û çavsorane, zêdegaviyên wan ên li hemberî HDPʼê ew bêhtir qels kirine û HDP bêhtir xurt kiriye. Hevîrê têkoşînê bi hevîrtirşê xwe ji bo demeke nêz wê hilê.

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê siyaseteke zirhêzan hebe û wê demeke dirêj xwe li dagirkeriya dewleta Tirk ranegirin. Eger Kurd bi hev re siyaset û dîplomasiyeke hevpar bimeşînin wê bi hêsanî karibin dagirkeriya dewleta Tirk li van herêman bişkînin. Bi qasî xuya dike, konjuktura cîhanê ji bo van herdu beşên Kurdistanê xweş xuya dike. Li şûna gilî û gazinan, divê hêzên Kurd pirr baş bixebitin; siyaseteke rast û durist bimeşînin; di her qadê de gavan biavêjin û bi gewde bibin. Pêdiviya Kurdan bi pêngavên welê heye. Li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi rêbazên cihêreng ên têkoşînê heye. Lazim e ku rêveberiyên HDPʼê vala neyên hiştin û li şûna kesên têne girtin her kes namzet be. Ya din jî siyaseta HDPʼê diyar e, û divê ev siyaset bi israr were meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv