Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şînda Ekrem: Ji jinên rêxistinkirî ditirsin 04.02.2021

 

ŞÎNDA EKREM / WELAT
JI JINÊN RÊXISTINKIRÎ DITIRSIN

Peşengiya jinan bandoreke mezin li nav civakê ava dike. Gel radike ser piyan û rê li ber serhildanan vedike. Bandora hêza jinan pir cuda ye. Dikare civakê li derdora xwe kom bike, hêz bide civakê û wê ava bike. Ji ber wê jî her tim jin di dîrokê de bûne pêşeng û rista pêşengiyê li nav civakê pêk tîne. Ji bo wê jî dagirker an êrîşkar piştî ku mal û hebûna yên din desteser dikin, mîna milk li jinan dinêrin û destavêtinê rewa dikin.

Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ne, bi tinekirina jinan re, tê xwestin hebûna gel an neteweyan were tinekirin û kêmkirin. Ji bo wê jî dijmin bi zanebûn jinan dike hedef û ger nikaribe ji aliyê fizîkî ve tine bike, vê carê ji aliyê ruhî û derûnî ve hewl didin tine bikin.

Piştî derketina Tevgera Azadiyê, çerx ber bi aliyê jinan ve zivirî. Rêber Apo her xwestiye ku jin li gor cewhera xwe tevbigerin, xwe ji zihniyeta zilam dûr bixin û mafên xwe yên jinbûnê bi dest bixin.

Rêber Apo her tim gotiye: “Bila jin xwe birêxistin bikin, ez ji jinên birêxistinkirî natirsim, ez ji jinên nerêxistinkirî ditirsim.”

Ji ber wê jî jin birêxistinkirî bin, ti kes nikare wan bi bin bixe, ti kes nikare wan ji cewhera wan dûr bixe û ji holê rake.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pêşengî ji bo guhertinê kirin, dikarîbûn di hemû qadan de gelek destkeftiyan bi bidest bixin û ji hemû jinên cîhanê re bibin mînak. Ji wan Barîn, Arîn, Zehra, Leyla, Hevrîn, Şîlan û berî çend rojan Seida Feysel Hermas û cîgira wê Hind Letîf Xidêr ji pêkhateyên ereb li ser rêya rêhevalên xwe bûn.

Bila her kes bizanibe ku jinên pêşengî ji şoreşê re kirin û dikin, wê ti carî li hemberî tirsonekan serî netewînin. Ji ber Şoreşa Rojava jixwebever nebûye şoreşa jinan, wê her tim jin serî bilind bikin û bêjin Jin Jiyan Azadî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv