Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Li bende mayina Joe Biden 04.02.2021

 

LI BENDE MAYÎNA JOE BIDEN
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Du hefte di ser re derbas bû ku Joe Biden hat ser karê xwe. Dewleta Tirk di dema Trûmp de li gorî dilê xwe dimeşiya. Lê niha di dema Joe Biden de wê nikaribe rehet tevbigere, lewma jî nerehet e. Wendakirina Trûmp û serketina Biden bi Kurdan re hêviyek çêkiriye. Ji ber ku Joe Biden beriya bibe serok hin daxuyanî dabûn. Lê dîsa jî nayê zanîn wê Biden û rêveberiya wî têkiliyeke çawa bi Dewleta Tirk re deynin.

Joe Biden di Kanûna sala 2019’an de bi nivîskarên rojnameya The New York Times re hevdîtinek kiribû û gotibû Erdogan otokrat e. Her wiha ji ber polîtîkayên li ser Kurdan gumanên xwe anîbû ziman. Têkiliyên Dewleta Tirk ên eskerî bi Rûsyayê re rexne kiribû. Wekî din gotibû divê ew destekê bidin muxalefeta li dijî Erdogan. Her wiha gotibû divê Erdogan bedelê bide û ev yek ne bi darbeyê, bi hilbijartinê be.

Di dema serokatiya Trûmp de ango ji 2016’an heta 2020’an têkiliyên Amerîka û Tirkiyê careke din wê neyê dîtin û di dîrokê de cihê xwe bigre. Rêveberiya Trûmp hişt ku Dewleta Tirk axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û destê xwe dirêjî Lîbya û Qerebaxê bike. Van têkiliyan hişt ku navbera Tirkiye û Ewrûpayê jî xera bibe.

Li şûna ku em li encama têkiliyên Amerîka û Tirkiyê binêrin, divê em li karê xwe binerin. Li her qadê divê Kurd û malbatên wan ji bo qezenca dostekî tevbigerin.

Ji bo azadiya gelê Kurd partî, komele, meclis û sedan sazî hene. Lê hin kes hene di van sazî û rêxistinan de cih nagirin û li benda çareseriyeke hêsan û biçûk in. Ev yek ne karê mirovên azad e. Ev rihê mirovên kole nîşan dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv