PLATFORMA EM Ê KUŞTINA JINAN RAWESTÎNIN:
DI MEHA ÇILE DE 23 JIN HATIN KUŞTIN
Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rêjeya kuştina jinan zêde bûye..
Ev yek ji encama rapora “Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” jî eşkere bû..
Li gorî Raporê;
Di meha Çile de 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane.
2 jin bi sedemên aborî, 5 jin ji ber xwestine ew û hevjînên xwe dev ji hev berdin, hatine kuştin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku xemsariya dewletê û ne cezakirina berpirsiyaran, rê li ber zêdebûna kuştina jinan vedike..