HOVÎTIYÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SERÊKANIYÊ
HRW’Ê DEWLETA TIRK WEKE DAGIRKER PÊNASE KIR
Li Rojavayê Kurdistanê herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên revandin, êşkence, girtina kêfî, destavêtin û talan pêk tînin.
Ji rayedarên Rêxistina Mafên Mirovan HRW’ê Mîchael Page, têkildarî sucên dewleta Tirk yên li Rojavayê kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Mîchael Page diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên wê, ji meha Cotmehê heya Kanûna 2019’an, 63 kesên Kurd û Ereb ji herêma Serêkaniyê revandin.
Van 63 kesan veguhastin Tirkiyê û li gorî hin çavkaniyan ev hejmar dibe ku nêzî 200 kesan be.
Rayedarê HRW da zanîn; ji bo ku dadgeha dewleta Tirk ev kesên mijara gotinê bi cezayên giran bidarizîne, bi rêbazên derqanûnî birîne Tirkiyê.
Ti delîl têkildarî van kesan nîne ku “sûc kirine”.
Mîchael Page dewleta Tirk wekî hêza dagirker destnîşan dike û dibêje;
Divê dawî li van girtinên bi kêfî bîne û veguhastina van mirovan ber bi xaka xwe ve qedexe bike.
Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Mîchelle Bachelet jî, di meha Îlonê de hişyarî dabû ku li Serêkaniyê û Girê Spî, bûyerên tundiyê û sûc zêde bûne.
Netenê li Serêkaniyê, ji Adara 2018’an ve li herêma Efrînê jî, li dijî şêniyên resen ên herêmê, bûyerên revandin, êşkence û girtina kêfî tên kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku di nava 3’ê salên dagirkirina Efrînê de, li Efrînê herî kêm 674 sivîl hatine kuştin, 7 hezar û 343 sivîl jî hatin revandin.
Her wiha 314 hezar û 400 darên zeytûnê hatin birîn, 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin, 75 deverên dîrokî jî hatin talankirin.