ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN ALMAN
RAYEDARÊN ALMAN: BI ALÎKARIYA RÊVEBERIYA KURD ME DAIŞ’Î ANÎN
Anîna çeteyên DAÎŞ’î û malbatên wan ên alman ji bo Almanyayê, yekemcar di Kanûna 2020’î de ketibû rojevê.
Piştî ku heyeta ji rayedarên alman û Fînlandiyayê li Qamişloyê bi Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk protokolek îmze kir, DAÎŞ’î teslîm girtin.
Di çarçova protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Almanyayê, 2 jin û 6 zarok radestî Fînlandiyayê hatin kirin.
Tevî ku protokol hat îmzekirin jî Wezîrê Karên Derve Heîko Maas û rayedarên alman, qet behsa rêveberiya xweser nekirin.
Partiya Çep ji hikûmeta Merkelê piştperdeya anîna çeteyên DAIŞ’ê pirsî
û xwest ku asta pêwendiya bi rêveberiya xweser re jî eşkere bike.
Wezîrê Elman ê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bi rengê nivîskî bersiv da.
Wezîr Roth diyar kir ku di anîna welatiyên alman de gelek aktoran rol lîstin û ev agahî da:
“Bi rêveberiya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di vê mijarê de zêdeyî mehekê me danûstandin kir.”
Wezîr Roth diyar kir ku hikûmeta wan ji bo anîna çeteyên din jî xebatên xwe didomînin û têkildarî rêveberiya xweser îdiayeke ecêb kir. Wezîr Roth got:
“Ji bo daxwaza me ya anîna jinan, rêveberiya Kurd diyar kir ku lêpirsîna têkildarî kesên navborî hîn neqediya ye û ev daxwaza me red kir.”