Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyaseta tecawîz û tacîzê ya dewleta tirk: Dadgeha tirk tecawîzkar Osman Çur serbest berda 14.01.2021

 

LI QOSERÊ BÛYERA TECAWIZÊ
DADGEHÊ TECAWIZKAR OSMAN ÇUR SERBEST BERDA

Zaroka 17’e salî Z.Ç di Tîrmeha sala 2020’an de, ji Swîsre ji bo betlanê diçe navçeya Mêrdîn Qoserê.

Li Qoserê apê Z.Ç Osman Çur destdirêjî lê dike. Li ser gilîkirina zarokê Osman Çur hatibû girtin.

Doh runiştina doza Osman Çur li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Dozger di danişînê de xwest ku di çarçoveyê delîlan de cezayê herî giran li Osmanê tecawizkar bê birîn û girtina wî dewam bike.

Lê şandeya dadgehê bi hinceta ku “gumana bireve tuneye” derbarê bersûc Osman de biryara berdanê da.

Parêzerên Z.Ç. wê biryara dadgehê îtîraz bikin û daxwaz bikin ku Osman Çur cardin bê girtin.

Parêzerên Z.Ç. diyar kirin ku pêvajoya hiqûqî dewam dike gotin: Delîlên di dosyayê de, ji bo girtina Osaman Çur besin.

Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman, derbarê mijarê de, ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Pervîn Şîşman dibêje, biryara ku dadgehê derbarê bersûc de da şaş e û got:

Xwişka min piştî bûyerê, du caran xwest xwe bikuje. Piştî berdana Osman Çur xwişka min cara 3. hewl da xwe bikuje. Me xwişka min rakir nexweşxanê û rewşa wê ya derunî xirabe. Ma dixwazin ku xwişka min bimire?

Pervîn Şîşman, xwest Osman Çur girtî bê darizandina û cezayê heq dike li wî bê birîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv