LI ÎRAN Û ROJHILAT TERORA GIRTINÊ
DI NAVA 10 ROJAN DE HERÎ KÊM 32 XWENDEKARÊN KURD HATIN GIRTIN
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser terora girtin û binçavkirina rejîma Îranê ya li hemberî xwendekarên Kurd.
Komeleyê diyar kir ku di serî de Tehran, Rabat, Mêrîvan û Sîne li dijî xwendekarên Kurd ên zanîngehan terora girtin û binçavkirinê pêk tên.
Li gorî daxuyaniyê di nava 10 rojên dawî de hejmara xwendekarên Kurd ên hatine girtin, 32 kesan derbas kiriye.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê destnîşan kiriye ku xwendekar dema binçavkirin û girtinê de rastî êşkenceya dijwar jî hatine.
Li gorî daxuyaniyê navê hin xwendekaran wihaye:
Sohîb Badroj, Farzan Samanî, Darya Talebanî, Şîrvan Norî, Salar Rahvî, Shapol Kherzrîm Afshîn Mam Ahmad, Yusef Zadeh, Farhad Mûsa Pur, Fardîon Mosa Pur, Zanyar Mohtamedî, Sîrvan Karîm Nizhad, Karvan Mînoeî, Karo Alîdad, Jabar Pîrouzî, Selman Advayî, Sîamak Mansoupour, Akram Advayî, Aram Yousefî, Abdullah Hacî Ahmadî, Peyman Hacî Ahmadî, Gelavij Abdullah, Azîmah Naserî, Hoseîn Gardeshî.