RAPORA KOMÎSYONA AZADIYA OLÎ:
BILA RÊVEBIRIYA WASHINGTONÊ ROJAVA NAS BIKE
Komîsyona Azadiya Olî ya Amerîkayê her sal bi raporên xwe balê dikişîne ser rewşa olî ya li cîhanê.
Aliyê herî balkêş a rapora îsal, bang û tespîtên wê yên ji bo Rêvebiriya Xweser a Rojava bûn.
Saziyê di raporê de rasterast ji rêvebiriya Amerîkayê daxwaz kir, bi awayekî fermî hebûna Rojava nasbike.
Ev cara yekemîn e daxwazek bi vî rengî ji aliyê saziyeke Amerîkî ve tê kirin.
Banga naskirina Rojavayê Kurdistanê bi vê hevokê di raporê de ciyê xwe girt:
Komîsyon bang li hukumeta Amerîkî dike ku Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûruyeyê wekî hukumeteke herêmî nasbike, bi saziyên wê re hevkariyê bike, hemû ambargoyên li ser wê betal bike û yên Cenevê jî tê de, wê tevlî hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo çareseriya siyasî bike.
Herwiha komîsyonê ji ber azadiya olî û plûralîzma siyasî jî pesnê demokrasiya li Rojava da û got, “Misilman, Xristiyan, Êzidî û hemû bawermendên din li ser axa herêmê dikarin bi serbestî îbadetên xwe bikin û heta nasnameya xwe ya olî biguherînin.
Di raporê de ji bo pêşîgirtina li êrişkariya dewleta Tirk û çeteyên wê jî bang li hukumeta Washingtonê hat kirin.
Komîsyonê ji Washingtonê daxwaz kir, “Zextê li Tirkiyeyê bike da ku di çarçoveya demeke diyarkirî de ji hemû erdên dagir kiriye vekişe.”