PLANÊN QIRÊJ LI SER AVA BAKURÊ KURDISTANÊ
BENDAVAN AWHEWA GUHERTIYE Û BARAN JI SEDÎ 90 KÊM BÛYE
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li gorî salên derbasbûyî, barîna baranê pir kêm bûye.
Li gorî daneyên Saziya Meteorolojiya Tirk, li gorî 2020’an li Amed, Mêrdîn, Batman û Rihayê şilî ji sedî 90 kêm bûye.
Li Wan, Agirî, Mûş, Çewlig, Sêrt, Şirnex, Bedlîs, Xarpêt û Meletiyê jî rêjeya baranê derdora ji sedî 80 daketiye.
Kêmbûna baranê bi awayekî xwezayî rê li ber ziwabûnê vedike.
PLANÊN QIRÊJ LI SER AVA BAKURÊ KURDISTANÊ
TEVÎ ZIWABÛNÊ AVA BENDAVAN NAYÊ BERDAN Û COTKAR PÊRIŞAN DIBIN
Wekî mînak kêmbûna baranê li Amed, Mêrdîn, Batman û Rihayê bûye sedema ji sedî 90 ziwabûnê.
Kêmbûna baranê û ziwabûn dibin sedema çolbûna gelek deverên Bakurê Kurdistanê.
Dema ku Amed, Mêrdîn, Batman û Riha bi ziwabûniya mezin re rû bi rû bûne, ji 10 bendavên mezin ên derdorê jî av nayê dayin.
Ev yek jî rê li ber pêrîşaniya cotkaran vedike.
Di heman demê de jî rêveberiya Tirk cotkaran neçarî ava bin erdê ango şîrketên elektrîkê dike.
Cotkarên nerazîbûn nîşan didin, dixwazin dawî li vê rewşê were anîn.
PLANÊN QIRÊJ LI SER AVA BAKURÊ KURDISTANÊ
RÊVEBERIYA TIRK AVA ÇEMÊN BAKUR WEKÎ ÇEK BI KAR TÎNE
Rêveberiya Tirk ne tenê li Bakur, planên qirêj ên li ser avê, li dijî Bakur Rojhilatê Sûrî û Iraqê jî dimeşîne.
Di heman demê de xeteke avê ya ber Qibrisê çê kiriye û dixwaze di demeke nêz de, ava bendavan, bi armanca bazirganî jî bi kar bîne.
Li aliyê din pispor jî dibêjin sedema bingehîn a ziwabûniyê, bendavên mezin ên li herêmê ne.
Li gorî pisporan bendavan rewşa awhewaya herêmê guhertiye û rê li ber çolbûna jê veger nîne, vedike.