TEVGERA DAGIRKERIYÊ
LI PASÛRÊ JI GUNDIYAN AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN
Roja ewil a cejna Remezanê 13’ê gulanê li çoltera gundê Eskar ê bi ser navça Amed Pasûr ve eskeran dest bi tevgera dagirkeriyê kiribû.
Êrişên dagirkeran li herêmê dewam dikin.
Li gorî nûçeya ku ajansa Mezopotamyayê belav kiriye, esker li herêmê daran jî dibirin.
Tevgera dagirkeriyê bi tevlikirna tîmên taybet û cerdevanan ji 13’ê gulanê ve dewam dike.
Li herêmê şebekeyên telefonan hatine birîn û 5 roj in agahî ji gundiyan nayê wergirtin.
Ketin û derketina ji gund qedexe kirine û xizmên gundiyan ên li bajaran ev 5 roj in nikarin xwe bigihînin wan.
QEDEXEYA LI COLEMÊRGÊ
WALÎTIYA DAGIRKER LI COLEMÊRGÊ JI 2016’AN VE QEDEXEYÊ DIDOMÎNE
Ji sala 2016’an ve waliyên dagirker ên Colemêrgê bi hincetên cuda derketina derve qedexe dikin.
Walîtiyê îcar jî bi hinceta şewba coronayê ji 17’û gulanê heta 31’ê gulanê derketina derve qedexe kir.
Bi vî awayî qedexeya li vî bajarî wê bibe hezar û 829 roj.
Walîtî her çendî îdîa dike ku ev qedexe ji ber coronayê ye jî, di îlama qedexeyê de sedema esasî jî eşkere kiriye.
Li gorî îlamê walîtî ji bo pêşî li çalakiyên demokratîk ên gel bigre qedexe ragihandiye û hincet jî parastina komara tirk e.