OPERASYONÊN QSD’Ê LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ
LI DÊRAZORÊ 3 ÇETEYÊN DAIŞ TEVÎ ÇEKÊN XWE HATIN GIRTIN
QSD’ê li Dêra Zorê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek lidar xist.
Di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ, tevî çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.
Şervanên QSD’ê li derdora gundê Mialik yê Eyn Îsayê jî operasyonek taybet lidar xistin.
Di encama operasyonê hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên dewleta Tirk, ket destê şervanan..
Li Hesekê jî di operasyoneke Yekîneya Antî terorê de, serçeteyekî DAIŞ hat girtin.