Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêşad Sorgul: Akar çi dibêje 21.01.2021

 

AKAR ÇI DIBÊJE ?
RÊŞAD SORGUL / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Heyeteke eskerî ya dewleta Tirk bi serokatiya Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ê pîlansazê mîzansena darbeya 15ʼê Tîrmehê, tevî berdestiyê xwe Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler bi zûrbeyeke çete çû serdana Bexdayê û Hewlêrê. Ew bi giregirên vê herêmê re rûniştin. Li Hewlêrê bi Barzaniyan re bi Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re yek bi yek peyivîn. Li Bexdayê jî serokkomarê Kurd Berhem Salih, serokwezîr Mustefa Kazimî û wezîrê parastinê Cûma Anad Sadûn El Cubûrî heyet pêşwazî kirin. Bêguman gelekî bi dilê dewleta Tirk bû bi vî awayî heyeta wê hat qebûlkirin.

Di heman demê de Tirkmenên Kerkûkê bi hatina heyetê ewçend kêfxweş bûn, derketin meydanê, xwe nîşandan û îşaretên nijadperestên Tirkan kirin. Akar jî li Hewlêrê – bi gotina beşê Tirkî yê Rûdawê, li Erbîlê – bi koma Tirkmenan re rûnişt û paşê ev weke muhabeteke xweş a bi biraderên xwe re bi nav kir.

Piştî van hevdîtin û danûstendinan, li gorî usûla dîplomasiyê divê der barê naveroka hevdîtinan de daxuyanî bêne dayîn. Lê ev usûl li Rojhilata Navîn zêde nameşe. Nexasim jî mijar Kurd bin, pêdivî bi vê nayê dîtin an jî bi zanîn nayê kirin. Lê Hûlûsî Akar der barê hevdîtinên xwe de bersiv daye pirsên Ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirk û eşkere gotiye, ew dixwazin “terorê” ango her Kurdê doza azadiyê dike, li tevahiya Iraqê, li Mexmûr û Şengalê tine bikin. Ji 1925ʼan ve dewleta Tirk gotinekê li dijî Kurdan dibêje û Akar ew gotin dubare kir û got; “Heta Kurdek ‘terorîstekʼ bimîne wê têkoşîna me dewam bike.”

Di heman demê de Akar kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje; “Ez kêfxweş im ku min di hevdîtinan de dît ku helwêst û fikrên me nêzî hev in, û me di gelek mijaran de li hev kir.” Serekçeteyê eskerî yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar bi vî awayî fikrên xwe eşkere tîne ziman. Baş e, gelo ne ji mafê me ye ku em bizanin ka serkirdeyên Kurdan jî di vî warî de çi dibêjin û ji wan bixwazin daxuyaniyê bidin û fikrên xwe bibêjin. Eger ew li hemberî van gotinên Akar bêdeng bimînin, ev tê wê maneyê Akar rast dibêje û bêbextiyê li kesî û naveroka danûstendinan nake. Yanî ev tê wê maneyê, bi Akar re hemfikr in û li hev kirine ku heta kurdekî tenê yê azadîxwaz bimîne, ew ê li cem çeteyên dewleta Tirk cih bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv