PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 17’AN ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DEWR GIRT
Li Wargeha şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber APO 34 rojan li pey xwe hiştin.
Şandeyek ji nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê, çû serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li wargehê.
Nahîde Ermîş li ser navê şandeyê axivî û çalakiyê silav kir.
Li ser navê çalakgeran jî Nuredîn Kaya axivî û ji bo serdanê spasiya şandeyê kir.
Pakîstan Bîlen jî li ser navê Meclîsa Gel a Mexmurê axivî û bal kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye”.
Ji bo azadiya fizîkî a Rêber APO çlakiya li kampa Lavrîo ya Yunanîstanê jî berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan 17 roj li pey xwe hişt.