PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI BERLÎNÊ DI HEFTEYA 2’YEMÎN DE YE
Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ li paytexta Almanya Berlînê çalakiya rûniştinê pêk tê.
Çalakiya ku 11’ê Çîle dest pê kiriye, di hefteya duyemîn de ye.
Komeke ji 20 kesan a ji siyasetvan, nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî pêk tê çalakiyê birêve dibin.
Çalakger tevî hewa sar jî bi belavkirina belavok û axaftinan balê dikişînin ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk.
Û banga beşdariyeke xurt a li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ dikin.
Parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan diyar kir; di roja 55’an a greva birçîbûnê de dibînin ku dewlet bi rola sê meymûnan radibe.
Nûrsel Aydogan dagirkeriya li Efrînê bibîr xist û got;
Ji 20’ê Çileya 2018’an ve dagirkeriya li Efrînê kûrtir dibe.
Dixwazin çand û zimanê Efrîna ku 95 ji sedî Kurd e, biguherînin.
Çalakiya li Berlînê bi biryardarî berdewam dike.