Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Ji Dersimê heta Efrînê 21.01.2021

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
JI DERSIMÊ HETA EFRÎNÊ

Di 20 ê Çileya 2018’an de êrîşa dagirkerî ya dewleta tirka ya ser Efrînê hate despêkirin û piştî 58 rojan ev dagirkirin temam bû. Erê êrîş û dagirkeriyên li ser hemû deverên kurdistanê, bi giştî gelê kurd xemgîn dike. Lê ev êrîş û dagirkariya li ser Efrînê pêkhat, mirov dikare bêje êşa wê hinek zêdetir bû. Ji ber ku birînên me yên dîrokî, careke din vekir û xwê berda birînê, lewma êş û kedera wê girantir bû.

Hema em bêjin. Vê êrîşê, piştî 80 salî, Tertela Dêrsimê anî bîra me. Her wiha ferman û êrîşa piştî 7 salan a li ser Şingalê anî bîra me. Bi kurtayî birînên me tev rakir. Em dikarin hemû qirkirinên kurdkuj ên Zîlan, Agirî, Mehabbat, Helebçe, Enfal, Sînema Amûdê û hwd.lê zêde bikin. Lê taybetmendiyek giring a Dêrsimê û Şingalê û Efrînê ya hevpar heye. Di serî de li van her sê cihan jî jinên kurd hatine armanc kirin. Her wiha, li van her sê deveran, bi giranî gelê me yên Elewî û Êzîdî niştecih in. Him Kurd, him Elewî, him Êzîdî û him jî jin! Dema ku ev çar peyv gihiştin hev, dewletên dagirker û bi giranî ji dewleta tirka har û dîhn dibe!

Eger ev mijar ji aliyê dîrokî, felsefî û bîrdozî ve were şîrovekirin, rola jinê, di pêşvebirina civakê de hinekî li pêştir e. Bi giranî jî di vê dema dawî de, jinên kurd hîn pirtir ketine ber armanca dewleta dagirker û qirker a tirkan. Ji ber ku Tevgêra Azadiyê û Rêberê wê rola jinê derxist holê û jinên kurd jî bi wê rola xwe ya dîrokî rabûn û xwe bi raya giştî ve jî da pejirandin. Lewma hêzên hegemon ên cîhanî, li gel dewleta tirkan cih girtin; geh bûn hevalbend, geh jî çavên xwe li qirkirinên wan ên li ser jinên kurdan girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv