QEYÛMÊ AKP’Ê ŞÊNIYÊN WANÊ DI ROJA CEJNÊ DE JÎ BÊ AV HIŞT
70 ROJ IN 8 MALÊN KOLANA ACAR YÊN LI SER RÊYA ARMÛŞÊ BÊ AV IN
Li Taxa Qada Karpuz a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, nêzî du mehin 8 mal bê av in.
Şêniyên taxê bê av ketin Cejna Qûrbanê û ji Çiyayê Erekê bi bîdonan pêdiviya avê dabîn dikin.
Welatî nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û xwestin pirsgirêka avê çareser bibe.
Şêniyên taxê dibêjin gelek caran serî li saziya avê ya şaredariyê dane, lê ji bo pirsgirêk çareser bibe tu hewldan nehatiye kirin.