XWEZA HEWRAMAN
GEL DI CEJNÊ DE BERÊ XWE DA EHMEDAWA Û ZELME
Herêma Hewraman, li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi nav û denge.
Bi xweza û çanda xwe li cîhanê jî deng vedaye.
Wekî herêmeke havîgeh e.
Bi taybetî di germa havînê de gel berê xwe dide vê herêmê.
Li Hewraman du herêm hene ku herî zêde gel xwe lê digire.
Yek jî Ehmedawa, ya din jî Zelme ye.
Li vir jiyan xwezayî ye.
Xelkê herêmê û geştiyar, gazinan ji bêxemiya rêveberiya herêmê dikin ku li vêderê xwedî dernakeve.
Her wiha gazin ji geştiyar û şêniyên herêmê jî dikin ku li gora tê xwestin derdorê paqij nakin.