LI KONYAYÊ ÊRIŞA FAŞÎSTAN
PRZ. ABDURRAHMAN KARABÛLÛT: ÊRIŞ DI BIN ÇAVDÊRIYA HÊZÊN EWLEKARIYA DEWLETÊ DE PÊK HAT
Têkildarî êrişa nijadperest a li Konyayê, parêzerê malbata Hakîm Dal, Abdurrahman Karabûlût, beşdarî bernameya Alternatîf Gundem a televîzyona Medya Haberê bû.
Abdurrahman Karabulut da diyar kir ku malbat 10 sal in di bin gefên nijadperestan de dijî.
Gelek caran hatine tacîzkirin.
Heya şevê din jî malbatê nedixwest buyer mezin bib û rê li ber vê yekê digirt.
Parêzerê Malbatê da zanîn, dema cendirme diçin ciyê buyerê, koma êrişkar wekî ku ji wan jî cesaret girtibe êrişa xwe zêdetir dikin.
Û 5-6 kes dema bi daran êşkence li Hakîm Dal dikirin, yek ji wan gule bera pişta wî dide.
Ev yek jî li pêş çavê cendirmeyan pêk tê.
Abdurrahman Karabûlût, da zanîn dema li gel birayê Hakîm Dal çûn ciyê buyerê jî dîtin ku midurê polîsan ê navçeya Meramê jî, tevî komek polîs li wêderê bûn.
Dibêje; Me xwest daneyên li ciyê buyerê yên wekî qotikên cixarê, kevir û hwd. werin komkirin.
Evana ji bo tespîta kesên êrişkar delîlên girîng bûn û diviya teqez bihatana şopandin.
Lê belê midurê polîsan destûr neda.
Me dît ku midurê polîsan wekî parêzerê êrişkaran bi me re di axivî.
Digot; ev ne êrişeke nijadî ye, buyereke ji rêzê ya şerê li ser zeviyekê ye.
Ez kefîlê êrişkara me, bi wane re axivî me, bi vê armancê êriş nekirine.
Parêzer Abdurrahman Karabûlût, diyar kir ku sibê wê cenazeyê Hakîm Dal bispêrin axê û li bendê ne ku beşdariyeke mezin çêbe.