AFGANISTAN-ŞERÊ NAVXWEYÎ
XELKÊ SIVÎL LI DIJÎ ÊRIŞÊN TALÎBANÊ XWE BI ÇEK DIKE
Piştî ku tevgera Talîbanê beşek mezin ji deverên Afganistanê xist bin kontrola xwe, tirseke mezin di nava gel de peyda bûye..
Ji ber vê yekê li hin herêman, gel xwe weke hêza parastina sivîl birêxistin dike..
Bi taybet piştî banga hukûmetê, li herêma Nangarharê bi sedan kesî berê xwe dan navenên leşkerî û xwe bi çek kirin..
Sivîlên li herêmê dibêjin, eger Tevgera Talîbanê serwer bibe wê wan bikuje û li hemberî vê yekî amadekariya xwe a şer dikin..
Kesên beşdarî yekîneyên milîs dibin piştî perwerdeyê berê xwe didin herêmên şer..
Li Afganistanê bi biryara vekişînê ya Amerîkayê re, Talîban êrişên xwe li dijî hêzên hukûmetê zêde kirin..
Li gorî îdîayên tevgerê, ji sedî 85 axa Afganîstanê ketiye bin kontrola wan..
Rojên derbasbûyî di bin navê çareseriyê de, nûnerên herdû aliyan li Qeterê kom bûn, lê ti encam ji hevdîtina wan nehat bidestxisin..