ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
QEREKOLÊN TIRK ÊN ZAXOYÊ GUNDÊN BATUFA DAN BER TOPAN
Dewleta Tirk ev çend rojin gundiyên Şilînê ya Zaxoyê tehdit dikin ku ew neçin gund ser bax û bostanên xwe.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku şêniyên gundê Şilînê disa xwestine biçin nav baxê xwe.
lê ji aliyê qereqolên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ve hatine topbaran kirin.
Li gorî heman çavkaniyan di encama topbaranan de gumanên birîndaran hene.
Lê agahî hêj hîn tam ne hatiye piştrastkirin.
Li aliyê din duh jî qereqola leşkerên Tirkî li Girê Biyê ku di nava Başûr de ye, rêya Hirûrê û derdora herêmê topbaran kiribû.
Her wiha îro jî balafirên Tirk dîsa gundên Zaxo’yê bombebaran kirin.