GELÊ ÊZIDÎ CEJNA XWE PÎROZ DIKE
PARTÎ Û SAZIYÊN CIVAKÎ BI PEYMANAN CEJNA ÊZÎ PÎROZ KIRIN
Civaka Êzidî her sal piştî sê rojên rojiya Êzî, cejna Êzî pîroz dikin.
Bi boneya cejna Êzî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, HDP, Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê peyamên pîrozbahiyê bevalkirin û Cejna Êzî pîroz kirin.
Saziyan di peyamên xwe de bang li herkesê kirin ku xwedî li berxwedana Şengalê derkevin û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesileya Yekitî, Tifaq, aştî û xweşbîniyê.
Di daxuyaniyan de herwiha şehidên êzidî Mam Beşîr, Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt hatin bîbîranin.
Di daxuyaniyan de rewşa Şengalê bi awayekî taybet û hesas tê destnîşnakirin û tê gotin, divê parastin û avakirina Şengalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî be. Pêwîst e ku xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Divê nasnameya Êzîdiyatiyê li Şengalê bê parastin, gelê me yê Êzîdî, bi awayekî xweser, ew xwe bi xwe rêve bibe.