Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Eyn Îsa çi diqewime 19.12.2020

 

LI EYN ÎSAYÊ ÇI DIQEWIME?
RÛSYA, RÊJÎMA SÛRÎ Û TIRKIYE DI NAVA BAZARIYEKE ÇAWA DE NE?

Dewleta Tirk a dagirker piştî valakirina beşek ji navendên xwe ên li Idlibê, êrişên xwe li dijî herêma Eyn Îsayê zêde kir..

Bi van êrişa re, derdikeve holê ku careke din li siyaseta xwe a berê vegeriyê.

Bi van êrişan ve girêdayî Rûsya daxwaz ji QSD’ê kir da ku Eyn Îsa bi temamî radestî rêjîma Sûrî bike.

Ji ber ku QSD’ê ev daxwaza wan red kir, forlmuleke din a çareseriyê ket rojevê.

Ew jî sazkirina navendên çavdêriyên yên hevbeş bû.

Li gorî vê, li derdora Eyn Îsayê bi tevlîbûna QSD’ê, Rûsya û rêjîma Sûrî 3 navend hatin avakirin..

Lê piştî vê lihevkirinê, dewlet Tirk careke din dest bi êrişan kir..

Tevî ku navenda bajarê Eyn Îsa li derveyî van êrişan bû jî hin dezgehên ragigandinê yên Rûsa û rêîma Sûrî dest bi belavkirina nûçeyên derew kirin..

Bi taybet hin derdorên girêdayî rêjîma Sûrî nûçeyên bi sernavê “Oxirbe Eyn Îsa” belav kirin û bi vê yekê li peyamaneke veşartî ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Şamê de mukur hatin..

Li gorî îdîayên van derdoran, beramber derxistin çeteyan ji herêma Bakurê Lazqiyê, Rûsya destûr daye çeteyên Tirk da ku êrişî Eyn Îsa bikin..

Bi vê propagandeya reşkirinê re, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Mişêrfa, Celbê Seyda û derdora rêya M4 êrişeke mezin destpê kirin..

Li hemberî van êrişan, tenê şervanên QSD’ê şer kirin..

Eskerên Rûs û rêjîmê jî xwe li bêdengiyê danîn..

Şer tevahiya rojê dewam kir û di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv