Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li qada Bektorya gerîlayan bi teknîka hewayi li dagirkeran da 19.12.2020

 

CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: LI QADA BEKTORYA GERÎLAYAN BI TEKNÎKA HEWAYÎ LI DAGIRKERAN DA

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gerîlayan li dijî dagirkerinên li girê Koordîne ên li qada Bektorya ya Heftanînê du çalakiyên bi bandor bi teknîka hewayî li darxistine.

Li gorî daxuyaniyê:

Roja 17’ê Kanûnê Yekîneya şehîd Delal Amed bi balafirên bê mirov li ango ji hewayî li noqteyên dagirkeran dan.

HPG’ê da zanîn ku çalakî bi awayekî serketî hatiye kirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatine zelalkirin.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê 15’ê Kanûnê ji du milan ve avêtibûn ser Girê Koordîne yê li qada Bektorya.

Bi giştî di vê çalakiyê de jî 6 esker hatibûn kuştin û du çeper hatibûnrûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk jî ev agahî dan.

Roja 18’ê Kanûnê herêma Werxelê ya Zapê, Ava Lolan a li Xakûrkê û qada Mervanos a Avaşînê hatin bombebaran kirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv