Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê derbarê şehadeta fermandar Aryana Baran daxuyaniyek weşand 19.12.2020

 

JI FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ DAXUYANÎ
FERMANDARA GERÎLA ARYANA BARAN JI BER NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ ŞEHÎD BÛ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê şehadeta fermandar Aryana Baran ragihand.

Fermandara gerilla Aryana Baran ev demeke nexweş bû û li heremên Parastinê yên Medyayê dihat derman kirin.

Piştî û şer û tekoşîneke bê rawestan ya 21 salan gerilla Aryana jiyana xwe ji dest û gihişt şehadetê.

Aryana Baran bi navê xwe yê din Yasemin Maç li Hîlwanê ji dayik bû, bi bandora serhildan û berxwedana gel, ew tam roja ku rêber Apo teslîmê Tirkiyê tê kirin, ango roja 15’ê Sibata 1999’an ji bo tevlî tevgerê bibe derbasî Rûsyayê dibe.

Ew pêşî di nava civaka Êzidî de xebatên nava gel bi rêve dibe, piştre derbasî welêt dibe.

Yasemin Maç êdî bi Aryana Baran dibe yek ji gerilayên tevgera azadiyê û maratona wê ya tekoşînê tam 21 salan dewam dike.

Li qadên herî dijwar ên şer cih digre.

Di sala 2004’an de, di çarçoveya pêngava mezin ya 1ê hezîranê de weke fermandara gerilla derbasî Botanê dibe.

FERMANDARA GERÎLA ARYANA BARAN SEHÎD BÛ
YJA-STAR: FERMANDAR ARYANA SEMBOLA KED Û BIRYARDARIYA SERKEFTINÊ YE

Şer, pevçûn, operasyon, avêtina ser qereqolan êdî dibe perçeyek jiyana wê ya rojane. Bi hevalên xwe re şereke bê eman dimeşîne. Hêzên dijmin neçar dibin ji pir deverên Botan û Merdinê xwe vekişînin.

Ew demekî li Başûr di akademiya Şehîd Zilan tevlî perwerdê dibe, lê di sala 2014 an de careke din berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser ên 2015-2016’an de weke rêvebir cîh digire.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara gerilla Aryana weke yek sembolên ked û biryardariya serkeftinê pênase kir û careke don soz da ku ew ji bo pêkanîna armancên wê tekoşîna xwe mezintir bin.

YJA Strarê di serî de ji malbata wê re û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest .

Agahiyên derbarê nasnameya fermandar Aryana de weha ne:

Yasemîn Maç bi nasnav Aryana Baran li navçeya Rihayê Hîlwanê ji dayik bûye.

Û di sala 2020’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bû.

YASEMÎN MAÇ
ARYANA BARAN
HÎLWAN
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv