Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salih Muslim: Êrişa li dijî gerîlayên HPG’ê provokasyon e û tenê xizmeta dijminê Kurdan dike 19.12.2020

 

ENDAMÊ DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê SALIH MUSLIM:
HIN KESÊN DI NAVA PDK’Ê DE TEVÎ DEWLETA TIRK DIXWAZIN XWESERIYA ROJAVA HILWEŞÎNIN

Endamê Desteya Hevserokariya PYD’ê Salih Muslim têkildarî rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û her wiha aloziya li Başûr, bersiv da pirsên ajansa Hewarê.

Di demekê de ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de zêde bûne, Salih Musluim siyaseta PDK’ê ya li hemberî Rojava wiha nirxand:

Dewleta Tirk a faşîst li her deverê êrişî gelê Kurdistanê dike. Bi taybet li Rojava ji bi hilweşandina sîstema gel a xweser, Tirkiyê êrişên xwe zêde kirine. Ji bo van armancê xwe jî hin kesên di nava PDK’ê de û bi taybet Mesrûr Barzanî bikar tîne.

Weke rêbaz niha hewl didin pergala li Rojava reş bikin.

Weke tê zanîn bi mebesta pêkanîna yekrêziya Kurdî, diyalog bi pêş ketin. Di demeke wiha de şewitandina buroyên ENKS’ê tevgerele provokatîf e û ji bo hilweşandina diyalogê ye.

Li pişt vê planê jî bêguman dewleta Tirk heye. Reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê parçeyek ji vê planê ye.

Salih Muslim êrişa çekdarên PDK’ê li dijî gerîllayên HPG’ê jî nixand û nerazîbûnên xwe wiha anîn ziman:

ENDAMÊ DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê SALIH MUSLIM:
ÊRIŞA LI DIJÎ GERÎLLAYÊN HPG’Ê PROVOKASYONE Û TENÊ XIZMETA DIJMINÊ KURDAN DIKE

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide aloziyê di nava Kurdan û hêzên siyasî de peyda bike. PDK’ê jî di çarçoveya hevkariya li gel Tirkiyê de, cihên gerîla dorpêç kirine, rê girtin.

Gerîla ji bo çar parçeyên Kurdistanê li serê çiya ne. Kesên destê xwe dirêjî gerîlla bike wê gelê Kurd li ber wan rabe.

Tê zanîn di êrişa Amediyê de koma binavê “Pêşmergeyên Roj” tê bikaranîn in. Divê were zanîn ku gelê Kurd rêzeke mezin nîşanî pêşmergeyên Kurdistanê dide.

Ev hêzên ku provokasyona Amêdiyê kirin, hêzên taybet û kesên girêdayî hin deveran in. Gelek kesin di nava PDK’ê de jî li dijî vê provokasyonê ne.

di nava xwe de pev biçin û nakokiyek di nava xwe de derxin. Ev zirareke mezin dide tevahî gelê Kurd. Bi taybet jî zirarê dide rojavayê Kurdistanê. Pirsgirêkên ku bi diyalogê çareser nebin, tune ne. Ji bo wê jî divê diyalog bên kirin.

Nakokiyên di nava hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdî de zirarê dide Rojava.

Me li Kobanê dît ku gelê Kurd bi giştî piştgiriya hev dike. Li wir gaveke dîrokî ji bo yekîtiyê hat avêtin.

Îro li gorsistana Kobanê, ji her parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Ev yekitiyeke pîroz e.

Ji bo em li wan rojan vegerin û destketiyên gelê xwe biparêzin, lazime hemû hêzên siyasî û gelê Kurd li dijî provokasyonan hişyar be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv