8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
QADÊN KURDISTANÊ VEGUHERÎN QADÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ
Ji kuştinê re NA, ji êşkence û zextê re NA, ji êriş, binçavkirin û girtinê re NA…
Bi van dîruşmeyan Jinên kurd di çarçoveya 8’ê Adarê de bersiveke xurt didin faşîzma AKP-MHP’ê.
Ji Botanê heta Serhedê bi hezaran jinên Kurd bi vê peyamê biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê anîn ziman.
Bi sedan jin li Cizîrê bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî şahiyê bûn.
Piştî şahiyê, li dijî asîmîlasyona li ser zimanê kurmancî jin meşiyan.
Li Rihayê jî jinan meşeke girseyî lidar xist.
Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û soza li dijî Mêr-Dewletê têkoşîneke hevpar hate dayîn.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tevlî çalakiya li navçeya Sûr a Amedê bû.
Li Tetwanê jî coşa 8’ê Adarê hebû.
Bi sedan jin li eywana dawetê kom bûn û li ber stranan govend gerandin.
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Stewrê serdana gundan kirin û bi jinan re şahî li dar xistin.
Di şahiyê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û 8’ê Adarê li jinan gişan pîroz kir