Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistan Lezgiyeva: ‘Jin rûye şer diguherînin’

 

JIN RÛYÊ ŞER DIGUHERÎNIN
KURDISTAN LEZGIYEVA / XWEBÛN

Şerekî hemû alî ku tevahiya cîhan û bi taybetî jî niha Ukrayna daye ber xwe; her diçe pêtên xwe belav dike û kes nikare xwe ji vê germahiya ku can dişewitîne rizgar bike. Agireke ku ter û hişk bi hev re dişewitîne; ji bo berjewendiyên komeke taybet ku bi tiliyan tên hejmartin. Dema şer tê, tu kî yî ferq nake…

Di şer de jin ji mêr ne kêmtir rola xwe dilîze. Jin dikare ji hemşîreyekê yan bijîşkekê wêdetir be. Berpirsiyarî zêdetir dikeve ser milê wê. Bêguman em her carekê balê dikşînin ser şer û didin diyarkirin ku qurbaniyên yekem ên hişmendiya tevlihev û şerxwaz a vê pergalê jin in…

Dîroka Şerê Cîhanê yê Duyemîn lehengên mezin dan cîhanê. Serpêhatî ne tenê li eniya şer hatin kirin. Jinan di salnameya şer de gelek rûpelên birûmet nivîsandin…

Niha zêdetirî 17 hezar jin li Ukrayna yê di artêşê de qeydkirî ne ‐ heta van demên dawî‐ ew bi piranî bijîşk bûn. Tenê di dema şer de dikarin ji bo leşkeriyê bên gazîkirin û di şert û mercên asayî de jin tenê bi dilxwazî û bi peyman dikevin artêşê. Niha zêdetirî 55 hezar jin di nav refên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê de hene ku (bi giştî artêşeke ji 250 hezar kesî pêk tê)…

Tevlîbûna jinên ukraynayî di nava hêzên çekdar de serpêhatiyekê çêdike û stereotipên zayendî di artêşê de dijwar dike. Ji ber hin pîşeyên leşkerî ji bo jinan qedexe ne jin di nav wan “Tabûrên nedîtî” de bi awayekî nedîtî şer dikin. Ger di pevçûnan de birîndar bibin an jî werin kuştin, ew nikarin statuya gazîbûnê û tazmînata darayî bistînin.

Jin li Ukraynayê beşdarî danûstandinên aştiyê nabin. Îradeya siyasî û piştgiriya rêxistinên navneteweyî têrê nake. Lê jin naxwazin tenê bibin qurbanî û ji pevçûnan rizgar bibin. Dixwazin di avakirina aştiyê û çareserkirina nakokiyan de bibin aktorên bihêz.

Jin niha di nava lêgerîneke pir mezin de dijîn. Weke berê zagon û rêgezên civakê napejirîne. Li hemberî van nêzîkatiyan têdikoşe û ji bo azadiyê, xwe wekî şerteke bingeh ê jiyanê dibîne.

Tevlîbûna jinan di pêvajoyên aştî û ewlehiyê de pir girîng e, ji ber ku pir caran tiştên ku ew tê re derbas dibin nayên dîtin… Dema ku herdu alî nikaribin êrîşî hev bikin, dest bi êrîşa jinan dikin.

Tevlîbûna jinan di pêvajoyên piştî şer de asta pratîkbûnê zêde dike, ji ber ku dema ew pêşniyar dikin bi gelemperî ew tiştek pêkan e. Behsa ceribandina rastiya şerê li ser rûyê erdê dikin, behsa teoriyan nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv