Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Faruk Sakik: ‘Adîfe Sakik û 8’ê Adarê’

 

ADÎFE SAKIK Û 8’Ê ADARÊ
FARUK SAKIK / RONAHÎ

Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de jinek jî hebû. Navê wê Adîfe bi nasnav Bêrîvan bû… Ji gundê Zengokê yê Mûşê bû… Gerîlaya yekê ya jin a li wê heremê û xwîşka min (FS) bû…

Her sal di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin. Dîsa her sal di têkoşîna jina Kurd de behsa şehîdên salên 80’êyî tê kirin. Navê Adife jî derbas dibe. Çi tesaduf Adîfe jî di 8’ê Adarê de şehîd bûbû.

Adîfe berî ku bibe Bêrîvan, li gundê xwe wek jineke Kurd ya ji rêzê, di nava zeviyên Titûnê de dixebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Ti qedrû qîmeta wê tinebû… Vê rewşê bi xwe re, kodên koletî û serdestiyê dihewandin… Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apoyî hatin gundê wê, hişê Adîfe jî hat serê wê.

Di nava vê komê de Heyder Karasûngûr hebû. Heyder Karasûngur di axaftineke xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo yên derbarê jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pir bibandor bûbû… Gotineke rêber Apo hebû. Digot; afirandina jineke azad ji azadkirina welatekî zahmetir e. Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatê kir. Ji koma Apoyiyan çi agahî digirt di nava jinan de belav dikir. Navê wê êdî Adîfeya Apoyî bû.

Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî dest pê kiribûn. Banga rêber Apo jî hebû digot; ‘dive jin werin di nava têkoşînê de bi awayekî çalak cih bigirin û bibin gerîla’. Diviya Adîfe jî, biryarekê bide. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û paşerojek pirr zelal dest pêkir. Li çiyayên Andokê azad û navê wê jî êdî Berîvan bû…

Di wan salan de li Kurdistanê bingehê azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû avêtin. Li ser vê bingehê li Rojava şoreş pêk hatibû û jinan li eniya pêş cih girtibûn…

Dema Adîfe, 8’ê Adara 1985’an, di şer de şehîd bû, bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên Kurd. Digot; 8’ê Adarê bi rojekê tenê nayê pîrozkirin. Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike. Jinên Kurd ev peyam girtibûn.

Îro jî li her deverê jinên Kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistanê têdikoşin. Û di roja 365’an ango di 8’ê Adarê de jî dadikevin qadên pîrozbayiyan. Ew roj ji qadan dengê jinên azad bilind dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv