Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: ‘Wê têkoşîn û berxwedana jinan, jiyana azad misoger bike’

 

JI KOORDÎNASYONA PAJK’Ê DAXUYANIYA 8’Ê ADARÊ
PAJK: WÊ TEKOŞÎN Û BERXWEDANA JINAN, JIYANA AZAD MÎSOGER BIKE

Koordînasyona Partiya Azadiyê a jinên Kurdistanê – PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyanî da

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de pêşî di şexsê jinên têkoşer de, Roja Jinên Cîhanî li hemû jinan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

Em 8’ê Adarê li Rêber, ku di her qada jiyanê de paradîgmaya jiyana azad û azadiya jinê dixe navendê de pîroz dikin.

Di şexsê şehîdên têkoşîna azadiyê de hemû şehîdên jin û şoreşa mirovahiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Biryardarî û helwesta jinan a 8’ê Adarê, wê bibe nîşaneya têkoşîna hevpara a li dijî şer, qirkirin, tecawiz û dagirkeriyê.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tahrîbatên netew-delwet ên li ser civakê ku bi hişmendiya zilam hatiye avakirin.

Modernîteya kapîtalîst, bi hêz û zexta netew-dewlet û bi hişmendiya serwer a zilam, li dijî jinan û civakê şerekî qirêk daye meşandin.

Şerê hêzê hegemonîk piştî Efganîstan, Iraq, Lîbya, Yemen û Sûriyê niha jî li Ukraynayê didome.

Zihniyeta mêr ya desthilatdar ji şidet û kuştinê bigre heya qirkirina fîzîkî li hemberî jinan û civakê pêk tîne.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê:
EM ROJA 8’Ê ADARÊ LI JINAN HEMÛYAN PÎROZ DIKIN

PAJK’ê îşaret bi tecrîda Îmlarliyê jî kir û balkişand ser mezinkirina têkoşînê.

Li Kurdistanê, rêya pûçkirina polîtîkayên qirkirinê, parçekirina pergala tecrîd û îşkenceyê di xeta berxwedanê re derbas dibe.

Tekoşîna tevgera me ya azadiyê ku 50 sale bi ruhê Newrozê tê meşandin gîhandiye karekterekî tekoşînê ya gerdûnî.

Em wekî PAJK’ê, li ser vî bingehê Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dikin navenda tekoşîna xwe.

Jiyana azad, demokratîk û wekhev avakirin û parastin bi azadiya Rêbertiya me dikare pêkan e.

Koordînasyona PAJK’ê herî dawî 8’ê Adarî li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir.

Ji destpêka meha Adarê ve, li tevahî Kurdistanê û cîhanê jin xwedî li roja xwe derdikevin.

Jin ji hemû netew û pêkhatiyên cudatir bi reng, ziman û çanda xwe beşdarî çalakiyan dibin.

Ev jî nîşaneya ku jin xwedî li nirxên xwe û jiyanê derdikevin û diparêzin.

Li ser vê bîr û baweriyê em roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv