Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Jinan rengê xwe da Adarê’

 

JINAN RENGÊ XWE DA ADARÊ
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Weke her sal, îsal jî jinan bi wesîleya 8’ê Adarê roja jinan a têkoşînê qad bi rengên xwe xemilandin. Yên ku herî zêde di vê rojê de berxwedanê geş dikin jî jinên Kurd in. Rengê xwe dan biharê.

Jinên Kurd di çarçoveya pêngava KJK’ê ya ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ roja têkoşînê pêşwazî dikin.

Li Bakurê Kurdistanê 8’ê Adarê roja jinan a têkoşînê bi dirûşma; “Em ê biguherînin, dem dema azadiya jinan e”, Li Başûrê Kurdistanê ‘Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tundûtujiyê têdikoşîn’. Li Rojavayê Kurdistanê ‘Em ê dagirkeriyê têkbibin, xaka xwe azad bikin’, li Şengalê, em ê bi têkoşînê pêşî li fermanan bigirin û xweseriya xwe misoger bikin’ û li Ewrûpayê jî ‘Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bijî’ tê lidar xistin.

Ji yekê Adarê ve jin bi van tesbîtên kûr ên bîrdozî li meydanan, li dijî her cûreyê êrişên pergalê têdikoşin. Ji vê coş û kelecana jinê diyar e ku Newroza îsal wê gelekî bi girseyî bê pêşwazîkirin.

Li çiyayên azad jî gerîlayên jin ji bo ku bêhtir destketiyên jinan bên parastin, xwe amade dikin. Bi vê minasebetê, Konseya Biryargeha YJA Starê bi tevlîbûna fermandarên tevahiya warên hêza parastina jinê, civîna xwe ya salane pêk anî… Wan di encama nîqaşên xwe de biyar da ku ew ê li hemberî pergala jinkuj têkoşînê mezin bikin û jinan ji her cûrêyê êrişan biparêzin…

Di çalakiyan de yek ji mijarên ku derketine pêş jî bandora şer a li ser jinan bû. Li Kurdistanê rojane êrişên ku li hemberî sivîlan tên kirin, bandoreke mezin li jiyana jinan dike.

Bi şerê niha di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî herî zêde zirar li jin û zarokan bû û hîna jî dibe.

Bi dagirkirina Efxanistanê re rewşa jinan ji binî ve hat guhertin. Lê jinan li hemberî vê zilmê serî netewand û têkoşîna xwe dewam dikin.

Jinan li meydanan, ew jinên ku ji ber fikrên xwe li zîndanan dîlgirtî ne, ji bîr nekirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî û nexasim girtiyên nexweş jî peyamên girîng dan û daxwaza berdana wan kirin.

Her wiha ji bo edalet pêk bê jî nexasim dayik di nava salê de bê navber û westan têkoşiyan. Jin-Dayik bawer dikin ku heta edalet pêk neyê ne pêkan e ku jiyan aram bibe.

Yek ji mijarên ku mohra xwe li çalakiyên îsal dayî jî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bû. Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî a Rêber Abdullah Ocalan jî jinan li meydanan peyamên girîng dan.

Di 8’ê Adarê de jin wê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” qîrîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi watê, derxin asta herî jor.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv