Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Abdullah Ocalan/Sosyolojiya Azadiyê: ‘Rastiya jinê ji zayendiyê wêdetir e’

 

RASTIYA JINÊ JI ZAYENDIYÊ WÊDETIR E
ABDULLAH OCALAN / SOSYOLOJIYA AZADIYÊ

Têgeha femînîzmê ku mirov dikare wekî ‘Tevgera jinparêziyê’ wergerîne, ji zelalkirina pirsgirêka jinan dûr e û ji ber ku zemînekî ava dike berevajiya wê ‘mêrparêzî’ pêk were, dibe ku meseleyê bêtir şolî bike. Wekî ku bi tenê di bin serweriya mêran de jin tê pelçiqandin. Lê rastiya jinê berfirehtir e. Ji zayendiyê wêdetir, wateyên wê yên ekonomîk, civakî û siyasî heye.

Heke em têgeha mêtingeriyê ji çarçoveya welat û netewe derxînin û di nav komên mirovan de binirxînin, em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku pozîsyona jinan wekî mêtingeriya herî kevn pênase bikin. Bi rastî jî di warê ruh û bedenê de tu diyardeya civakî, bi qasî jinê mêtingerî nas nekiriye. Divê were fêmkirin ku sînorê jinê di asta mêtingeriyeke bi hêsanî nayê diyarkirin de ye.

Heta ku xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê xwezaya civakî jî baş neyê ronîkirin. Heke xwezaya jinê bi awayekî berfireh û rastî were ronîkirin, wê xwezaya civakê jî bi awayekî rastîn û berfireh ronî bibe.

Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxeke meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir derbarê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e.

Divê mirov jinê ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji qeşmertiyên bi navê evînê biparêze. Heta şaxê herî girîng ê lêkolînê divê nemerdiyên mezin ên di bin navê evînê de (di serî de destavêtin, kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosrettir) hatine veşartin, pêşkêş bike.

Eger zanista jinê pêş bikeve, mirov çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov zanibe ku ajoya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê mirov ji bo zuriyeta xwe dewam bike.

Wê wextê ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê ya ji niha ve bi qasî çiyayan mezin bûye û pêşîgirtina li hilweşîna ekolojiyê, berê pêşî divê pirsgirêka demografiyê were çareserkirin, û di vê de berpirsiyariya bingehîn divê ya jinê be.

Jin her wiha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, li ber roniya azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û estetîka jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye ku mirov nikare jê veqetîne.

Zanista aboriyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Aborî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jinê bi awayekî bingehîn tê de rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke xwe ya heyatî îfade dike.

Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya xwe dispêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe.

Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn zanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv