PARTIYA YEKÎTIYA NÎŞTIMANÎ YA KURDÎ PYNK:
‘DIVÊ PDK ÇARENÛSA KOMA GERÎLA YA LI XELÎFANÊ EŞKERE BIKE’
Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de ev bang li PDK’ê kir.
Ji roja ku dewleta Tirk li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dest bi tevgera dagirkeriyê kir, hêzên PDK’ê jî li qadên gerîla bi taybetî li Metinayê bi lezûbez dest bi çêkirina çeperan kirin û hêzên xwe bi cih kirin.
Ev rewş nayê qebûlkirin.
Em ji rayedarên PDK’ê daxwaz dikin ku çarenûsa fermandar Serwer Serhad û her du hevalên wî eşkere bike.
Berpirsiyariya exlaqî, neteweyî û mirovî vê yekê ferz dike.
Bi helweseteke netewî tevbigerin û nehêlin ev yek bibe sedema derketina fitne û şerê Kurd bi Kurd.