HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK
TEVÎ HEMÛ BANGAN PDK BÊDENG E
23’ê Nîsanê dewleta tirk a dagirker li dijî Heremên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê dest bi êrişa dagirkeriyê kir.
Artêşa dagirker tevî hemû teknîk û teknolojiya xwe ya leşkerî jî li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî berxwdana gerîla nikare pêş ve biçe.
Gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û têgeha gerîlayên serdemê ve derbeyên mezin li artêşa dagirker dixe.
Artêşa tirk a li himberî gerîlayên Kurdistanê bê çare mayî hewil dide bi alîkariya hevkarên xwe yê herêmî encamê bi dest bixe.
Di vê çarçoveyê de PDK ji bo li herêmê liv û tevgera gerîla asteng bike ket nav hereketê.
Tevî hemû bang û nerazîbûnên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên Kurd jî PDKê dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re berneda.
Hêzên xwe ber bi qadên gerîla ve şandin û li gelek deverên stratejîk bicîh bûn.
Bi vê ve PDK hewil dide têkeve qadên di bin serweriya gerîla de ne û rê li pevçûnan veke.
Mînaka vê ya herî ber bi çav jî li qada Xelifan rûda.
Têkildarî êrişkariya PDK’ê 26’ê Tîrmehê HPG’ê daxuyaniyak da.
HPG’ê ragihand ku li devera gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan ji yekîneyeke gerîla ya di bin fermandariya Serwer Serhat de agahî nayê girtin.
Ragihandina bi ser PDK’ê, beriya daxuyaniya HPG’ê da zanîn ku li herêmê pevçûnan rû daye.
Li ser mijarê HPG û KCK’ê jî di nav de sazî û rêxistinên Kurd ji PDK’ê xwestin daxuyaniyekê bibe.
PDK’a ku di hevkariyê de bi israr e li himberî van daxuyaniyan jî bêdeng e.