KOMKUJIYA KONYAYÊ
PARÊZERÊ MALBATÊ ABDURRAHMAN KARABULUT AGAHIYÊN NÛ DAN
30’ê Tirmehê li navçeya Konyayê Meramê li dijî malbata Kurd a bi nasnavê Dedeogullari êrişeke hovane pêk hat.
Di êrişê de 7 ferdên malbatê ji aliyê kesekî nijadperest ve hatin qetilkirin.
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut têkildarî êrişê agahiyên nû dan Ajansa Mezopotamyayê.
Karabûlut êrişa pêşî ya 12’ê Gulanê li dijî malbatê bi bîr xist û wiha got:
Di demeke kin de ji 6 kesên girtî 4 kes hatin berdan.
Ji ber vê yekê bi malbatê re tirsê dest pê kir.
Ji ber vê yekê timî em bi malbatê re di têkiliyê de bûn.
KOMKUJIYA KONYAYÊ
ABDURRAHMAN KARABULUT: JI BER KU ÊRIŞKAR HATIN BERDAN EV KOMKUJÎ ÇÊBÛ
Ferdên malbatê digotin, wê êrişeke nû li dijî wan çêbe.
Abdurrahman Karabulut li ser biryara parastina pasîf a malbatê jî wiha got, encex dema êrişek bûbûya malbatê dikarî xeber bide polîs.
Parêzerê malbatê destnîşan kir, ku berdana kesên êrişa nijadperestî kirin, bingeh ji vê êrişê re amade kir.
Karabulut got, ev êrişeke nijadperestî ye û hewl didin ser vê rastiyê bigirin.
5 muwekîlên min jî piştî êrişa 12’ê Gulanê dema îfade dan dozgeriyê gotin, ji ber ku em Kurd bûn, êrişî me kirin.
KOMKUJIYA KONYAYÊ
ABDURRAHMAN KARABULUT: DÎMENÊ DAN ÇAPEMENIYA AKP’Ê NEDAN ME
Abdurrahman Karabulut behsa roja komkujiyê jî kir û da zanîn, polîsan 2 saetan destûr nedane ku li cihê bûyerê lêkolînê bikin.
Roja komkujiyê danê êvarî Yaşar Dedeogullari û Bariş Dedeogullari hatin ofîsa min û fikara xwe ya ji ber êrişeke nû anîn ziman.
Li ser parvekirina dîmenê komkujiyê jî parêzer Karabûlût ev agahî dan:
Bêyî ku bidin me dîmen dan çapemeniya AKP-MHP’ê.
Jixwe tenê qismek parve kirin.
Xwestin bi vî dîmenî nêrîna “muwekîlên min êrişî kujer kirine” biafrînin.
KOMKUJIYA KONYAYÊ
ABDURRAHMAN KARABULUT: GEFA KUŞTINÊ LI MIN JÎ XWARIN
Dîmen 45 deqe ye… Kujer tê dikuje û dişewitîne.
Abdurrahman Karabulut destnîşan kir, ku êrişa pêk hatî ne bi destê kesekî tenê ye û got, êriş pîlan û organîze kirîbû.
Li nava kesên pîlana êrişê kirine, kesên profesyonel hene.
Parêzer Karabûlût her wiha da zanîn, ku roja veşartina cenazeyan kesekî bi rêya telefonê xwe gihandiye ofîsa wî û bi gotina “wê dora te jî bê” ew bi kuştinê tehdît kiriye.