DIJMINAHIYA LI KURDAN
POLÎSÊN TIRK LI BATMANÊ ZAROKEKÎ KURD BI LÊDANÊ JI HAL XISTIN
Li Parka Salih Ozdemîr a li taxa Cûdî ya Batmanê zarokek li erdê ye û gelek kes li ser serê wî kom bûne û lê dixin:
Yê li erdê zarokekî Kurd ê 15 salî ye.
Yên li ser serê wî jî polîsên dagirkeriya Tirk in.
Hinceta vê hovîtiyê jî ew e, ku vî zarokî qedexeya derketina derve ya ji bo tedbîrên korona bin pê kiriye.
Ji ji şideta li dijî vî zarokî jî xwe dide der, ku ev yek hincetek e.
Rastî jî ew e, ku ev zarok Kurd e û yên li ser serê wî jî dijminên gelê Kurd in.
Di nava wan de notirvanên dagirkeriya Tirk jî hene.
Dagirkerên zarok bi lêdanê ji hal xistin, paşê ew kirin binçavan.