LI GILÎDAXÊ ÇALAKIYA GERÎLA
HPG: GERÎLA JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDÊN AMEDÊ LI DIJMIN DA
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayan li navçeya Agirî Bazîdê çalakiyek bi bandor li dar xistiye.
Di daxuyaniyê de tê ragihandin, ku ji bo tolhildana gerîlayên jin ên 29’ê Nîsanê li Amedê şehîd bûne, gerîlayan ev çalakî pêk aniye.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin:
LI GILÎDAXÊ ÇALAKIYA GERÎLA
HPG: GELEK DAGIRKER HATIN KUŞTIN, WESAÎTEK Û KONEK HATIN ÎMHAKIRIN
Hêzên me li herêma Gilîdax a Serhedê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûn.
13’ê Gulanê dagirkerên bi erka ewlekariya Deriyê Sînor ê Gurcîbûlaxê radibûn, bûn hedefa gerîlayan.
Çalakî bi awayekî hemwext û koordînekîr pêk hat.
Ji du milan ve gerîlayan 2 wesaîtên zirxî yên bi tîpa kobra, konek û 2 çeper kirin hedef.
Di lêdana pêşî de wesaîta kobra tevî dagirkerên di navê de hat îmhakirin.
Kobrayek û 2 çeperan jî derb xwar.
Eskerên Tirk ên derbxwarî û reviyan nava kon jî bûn hedef.
Gerîlayan tevî eskeran kon jî rûxandin.
Dewleta TIrk a dagirker dabûxuyakirin, ku di vê çalakiyê de dagirkerê bi navê Velî Kabalay hatiye kuştin.
Lê di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin.
LI METÎNA ŞER GIRAN E
DAGIRKERAN XWEST ÊRIŞÎ KÊSTE Û GUNDEKÎ ASÛRIYAN BIKIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de cih da şerê li herêma Metînayê jî.
Di daxuyaniyê de tê ragihandin, ku artêşa dagirker xwestiye ber bi gundê Kêste û gundekî Asûrî ve bipêşve biçe.
Gerîlayan rê li ber wan girtin û şerekî dijwar destpêkiriye.
Piştî daxuyaniya HPG’ê, çavkaniyên herêmî ragihandin, ku heta niha di vî şerî de dagirkerek hatiye kuştin.