LI DERSIMÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
EV 6 ROJ IN DARISTANÊN LI HERÊMA XOZATÊ DIŞEWITIN
9’ê Gulanê artêşa Tirk li bejahiya gundên navçeya Dersim Xozatê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Leşkerên artêşa tirk di vê tevgerê de agir berdan daristanên herêmê.
Li ser nerazîbûna gel midûrê giştî yê daristanê û waliyê Tirk ê Dersinê daxuyanî dan û şewata li herêmê înkar kirin.
Lê rojnamevanên çûn herêmê, li ser medyaya dijîtal dîmen û wêneyên şewatê parve kirin.
Rojnamevan Yaşar Sezgîn li ser şewata li herêmê ev agahî dan.
Em niha li devera Amûtka ya navçeya Xozat a Dersimê ne.
Şewata li qadê ev 6 roj in didome.
Ji bo vemirandina agir heta niha ti hewldan nehatiye kirin.