Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Neyartiya dewleta Tirk: Bi parçekirina cenazeyan zilmê li malbata şehîdan dikin

 

NEYARTIYA DEWLETA TIRK
BI PARÇEKIRINA CENAZEYAN ZILMÊ LI MALBATA ŞEHÎDAN DIKIN

7’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk a dagirker li bejahiya navça Dersimê Pilûrê tevgereke êrişê li dar xist.

Hat ragihandin ku di wê bombebaranê de ji neviyê Seyîd Riza Mûrat Yildiz hat qetilkirin.

Cenaze hatiye parçe kirin.

Cenazeyên 3 gerîlayên 8’ê Gulanê li Çiyayê Bagokê şehîd bûn ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Cenazeyê her sê gerîlayan jî hatine parçekirin.

Encax bi rêya mînaka xwînê hatine teşhîskirin.

Li Dersîmê ciwanê bi navê Mûrat yildiz di bombardumana dewleta tirk de hat qetilkirin.

Bavê Murat, Mazlûm Yildiz derbarê qetilkina kurê xwe de axivî û got;

Eskerên tirk dema ku kurê min ji malê derdikeve wî dişopînin.

Piştre jî me agahî jê negirt,ev yek ne tesaduf e.

Parlamenterê HDP Alîcan Onlu yê serdana malbata kir diyar kir ku dewleta tirk ciwanên kurd qetil dike.

Gundiyên wir jî dibêjin roja ku bûyer bi qewime, eskeran,ji mûxtarê gund re gotibûn ku bila kes dernkeve derve,lê çi tesadufe ku tenê destura Mûrat hebû.

Rojek piştî qetilkirina Murat Yildiz ango 8’û Gulanê gerîlayên HPG’ê Remezan Aslan bi nasnav Bager Bayram Kuzu bi nasnav Bager Qoser û Mazlûm Kizil di şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de li bejahiya gundê Badibê yê li Çiyayê Bagokê şehîd bûn.

Cenazeyên gerîlayan hatine parçekirin.

Malbatan encax bi dayîna mînaka xwînê karîbûn cenazeyên şehîdan wergirtin.

Lê hovîtiya dewleta tirk piştî wergirtina cenazeyan jî dewam kir.

Polîs û eskerên dagirker ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kesekî din tevlî merasima definkirinê bibe.

Cenazeyê Remezan Aslan li Nisêbînê, Bayram Kuzu û Mazlûm Kizil jî li Qoserê di bin dorpêça polîsan de hatin defin kirin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv