ÊRIŞÎ NAVÊNDA HDP’Ê KIRIN
HDP: BERPIRSIYARA VÊ ÊRIŞÊ DESTHILATDARÎ YE
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan bi daxuyaniyekê ragihand ku şevêdin li dijî avahiya navenda giştî ya partiyê wan êrişek pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê êriş doh bi şev saet di 00:05’an de komek ji aliyê 3 kesan ve pêk hatiye.
Polîsên ji bo parastina avahiyê wezîfedar in, li pêşiya êrişê nebûne asteng û ji êrişê re bûne alîkar.
Daxuyanî wiha didome:
“Êrişkarên di bin çavdêriya polîsan de bi hêsanî êrişî avahiya partiya me kirin, hîn jî nehatine girtin.
Ev yek jî nîşan dide bê armanca êrişê çi ye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.”
Têkildarî berpirsyariya êrişê jî di daxuyaniyê de wiha tê gotin,
“Li gel qedexeya derketina derve, di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ev êriş li dijî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê hate kirin.
Desthilatdariya ku di her firsetê de partiye me dike hedef, berpirsiyarê vê êrişê ye.”