LI DIJÎ MALBATEKE KURD ÊRIŞA NIJADPEREST
3 NIJADPERSTÊN TIRK LI MERSÎNÊ ÊRIŞÊ MALBATEKE HEWLÊRÎ KIRIN
Êrişa li dijî malbata kurd roja 13ê gulanê li herema Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyaziyê pêk hat.
Şahidên buyerê dibêjin 3 nijadperstên tirk bi wesayîta xwe pêşî li malbatek kurd digirin, bi îşaretên nijadperst yên gurê-boz ji kurdan re didin xeberan, Piştre bi kevir û daran êrişî wan dikin.
Hat tesbîtkirin ku ji êrişkaran navê yekî Mehmet Fatih Oflaz e.
Ji ber darbeya kevir bavê malbatê ji serê xwe giran birîndar dibe û ji xwe ve diçe.
Li erdê jî, êrişkar bi pehid û daran lê didin û hewl didin wî ji kendalê ve bavêjin.
Herwiha ji zarokên malbatê yê 12 salî jî birîndar dibe.
Di dema lêdanê de, ji nava qelebalixê mirovan dengê ‘bese mir’ bilind dibe.
Li ser mudaxaleya kesên derdorê ambulans tê cihê bûyerê û birindar radikin nexweşxanê.
Malbata kurd li qereqolê giliyê êrişkaran kir, lê belê heta niha hê jî nayê zanin ka êrişkar hatine girtin yan na.
Di dîmenan de xuya dibe ku ji êrişkarên nijadperst Mehmet Fatîh Oflaz kesên derdorê jî tehdît dike ji bo mudaxaleyê rewşê nekin.
Ev tehdîta êrişkar Ofaz ket qeydan: ‘Kesên şahidiya bûyerê bikin, ezê wan bibînim û bikujim, ezê van deran li wan teng bikim”.
Piştî gef û tehdîtên li kurdan, êrişkar bi rihetî diçin li seyara xwe siwar dibin ji cihê bûyerê dûr dikevin.