ÇALAKIYA EDALETÊ 43 ROJ IN DIDOME
PLATFORMA JINAN A ŞAHMARANÊ ÇÛ SERDANA MALBATÊ
Çalakiya nobetê ev 43 roj in li ber edliya Rihayê didome.
Eminê û kurê wê Ferit Şenyaşar tevî germahiya hewayê û rojiyê her roj bi daxwaza Edaletê berê xwe didin ber edliyê.
Ji roja destpêke û heta niha piştgirî ji bo malbatê didomin.
Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê îro serdana malbatê kir.
Emîne Şenyaşar di serdana platformê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û got:
‘Ji diza re dibêjin wekîl, ma diz dibin wekîl.’
Li ser Platforma Jinan a Şahmaranê Gulizar Ipek axivî û got, heta edalet pêk werê, wek platforma jinan, rexistina civaka sivîl em ê li cem wê cîh bigrin.
Gulîzar Îpek got, Qêrîna Dayika Emine a ji bo Edaletê dilê me şewitand.