Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Eskerên tirk li Licê li şivanan sîxurtî ferz kirin û wan bi kuştinê tehdît kirin

 

LI LICÊ GEFÊN ESKERÊN TIRK
SÎXURTÎ LI ŞIVANAN TÊ FERZKIRIN

14’ê Nîsanê artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Dêrxûs û Huseynîk ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi tevgera dagirkeriyê kiribû.

Di vê tevgera dagirkeriyê de şivanên bi navê Diyar Sûlûcan, Berat Alageyîk û Eyup Ozkan û kesekî din di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.

Piştî girtina îfadeya wan li qereqolê, şivanên biçavkirî hatin berdan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; şivan di binçavan de bi îşkenceyê, gefên kuştinê û lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû mane.

Eşkere bû ku eskerên tirk ji şivanan xwestiye, li herêmê derbarê tevgera gerîlayên HPG’ê de agahiyan bidin wan.

Ji ber ku şivanan hevkariya bi eskeran re qebûl nekiriye ew bi mirinê ve hatine tehdît kirin.

Şivanên hatin berdan ji bo nebin perçeyekî vê tevgera qirkirinê dev ji karê xwe berdane û vegeriya bajarên xwe.

LI LICÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
BI HEVKARIYA ESKER Û CERDEVANAN VE DAR TÊN BIRÎN

Li devera tevgera dagirkeriyê lê tê meşandin li ser gundiyan jî gefên eskerên tirk her ku diçe zêde dibin.

Li herêmê di bin çavdêriya eskerên tirk de ji aliyê cerdevanên ji navçeya Pasûrê hatine dar tên birîn.

Darên dibirin li kamyonan dikin û dibin bajêr.

Li ser mijarê Miduriyeta Daristanê ya Amedê da zanîn ku birîna daran bêyî agahiya wan pêk hatiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv