Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Prof. Norman Paech: Divê dewleta tirk li dîwana edaletê were mehkeme kirin

 

SÛCÊN DEWLETA TIRK BÊ HED Û HISAB IN
PROF NORMAN PAECH: DIVÊ DEWLETA TIRK LI DÎWANA EDALETÊ WERE MEHKEMEKIRIN

Artêşa Tirk 40 sal in li dijî PKK’ê şer dike.

Dagirkeran di vî şerê 40 salan de gelek caran peymanên şer ên navneteweyî binpê kirin.

Artêşa Tirk herî dawîn 14’ê Sibata 2021’an li Garê sûcên şer kirin.

Çekên kîmyewî bi kar anîn. Heta polîs û eskerên xwe yên di destê PKK’ê de girtî jî kuştin.

Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hambûrgê Prof. Norman Paech têkildarî mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Prof. Peach diyar kir ku di salên dawîn de dewleta Tirk li dijî hiqûqa navnetewî tevdigere û sûcê şer dike û got:

‘Ev sûcên dewleta Tirk ji aliyê welatên endamên NATO’yê hatin rexnekirin lê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî tu carî nebûne sedema darizandinê.

Ji ber ku Tirkiye endama NATO’yê ye.

Tirkiye li hemberî Rûsya û welatên kendavê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Tirkiye ji aliyê welatên Yekitiya Ewrûpayê jî bi milyar eûroyan tê fînansekirin.

Ji ber van sûcên dike wê rexne bikin jî ti caran ji bo darizandina wê bi wêrekî tevnagerin.’

Prof. Paech li ser êrîşên dewleta Tirk ên li bakurê Kurdisanê û herwiha yên wêdetirî sînoran wiha axivî:

‘Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Garê û Qendîlê yan jî êrîşên wê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê yan jî êrîşên li dijî Efrîn û bajarên Kurdan ên li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû jî sûcên şer in.

Divê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Laheyê were darizandin.’

Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hambûrgê Prof. Norman Paech derbarê polîtîkaya dewleta Tirk a ku we dispêre şîddetê jî ev nirxandin kir:

‘Polîtîkaya Erdogan ev e ku pozîsyona dewleta Tirk a di qada navnetewî de xurt bike.

Tirkiye bi saya pozîsyona xwe ya stratejîk di nav NATO’yê de xweseriyek bi dest xistiye û dixwaze bi vî tiştî li Rojhilata Navîn û Nêz hêza xwe, xurtir bike.’

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv