Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Newroz wê bi rihê serkeftina gerîla ya li Garê were pîroz kirin 18.03.2021

 

2021 NEWROZA AZADIYÊ
PKK: NEWROZ WÊ BI RIHÊ SERKEFTINA GERÎLA YA LI GARÊ WERE PÎROZKIRIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

PKKê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê vê Newrozê bi ruhê serketina Garê, bi pêngava ‘dema azadiyê’ pêşwazî dike.

Daxuyanî wiha didome:

Em ruhê serketinê yê Garê ku gerîlayên me yên leheng afirandin û coşa 8’ê Adarê silav dikin.

Cejna Azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me û dostan pîroz dikin.

Di şexsê şehîdê me yê mezin ê Newrozê Mazlûm Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

PKK’ê destnîşan kir ku Newroza 2021’ê ew Newroz e ku bi ruhê serketin û berxwedana Garê tê pêşwazîkirin.

Eşkere ye ku gerîlayên me yên leheng wê li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker, bi ruhê serketina Garê şer bikin û teqez bi ser bikevin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM BANG LI JINAN DIKIN KU QADÊN NEWROZÊ DAGIRIN

PKK’ê bal kişand ser wê yekê ku pîrozbahiyên Newrozê bi çalakiyên 8’ê Adarê re bûne yek.

Bi vî rengî, rastiya azadiyê ya Newrozê li xeta azadiyê ya jinê tê.

Em careke din Şoreşa Azadiya Jinê silav dikin.

Em bang li jinan dikin ku ji bo meşa ber bi serketinê qadên Newrozê dagirin.

PKK’ê berxwedana li Şengal û Rojava jî bi vê peyamê silav kir:

Xelkê me yê Şengal û Rojava bi berxwedana bi lehengî nîşan dan ku wê her cûre lîstikan têk bibin. Bila zanibin ku tevgera me ya azadiyê û gelê me heta dawiyê bi wan re ye.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ WÊ BIGIHÊJIN ASTA HERÎ BILIND

PKK’ê bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP’ê ku li Garê derba kuştinê xwar û ev nirxandin kir:

Xuya ye berxwedana gel û gerîla wê di pîrozbahiyên Newrozê de li her qadê belav bibe û bigihêje asteke nû ya bilind.

Gelê me û dostên me yên li Kurdistanê û derveyî welêt divê guh nedin ti astengiyan, qadên Newrozê dagirin û daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo derxin asta herî bilind û Newrozê bi ruhê Garê û 8’ê Adarê pîroz bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv