DOZA GIRTINA HDP’Ê
PERVÎN BULDAN: ÇI BIKIN, WÊ NIKARIBIN PÊŞIYA ME BIGIRIN
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li ser xistina wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu û doza girtina partiyê bi awayekî awarte kom bû.
Hevserokên giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar piştî civîna li navenda giştî derketin pêşberî çapemeniyê û peyama berxwedanê dan.
Pêşî Pervîn Buldan axivî, êrişên pir alî yên 5 salên dawî destnîşan kirin û got:
“Tevî hemû êriş, girtin, binçavkirin û zilmê, nekarîn pêşiya me bigirin û wê ji niha û pê ve jî nikaribin.”
DOZA GIRTINA HDP’Ê
PERVÎN BULDAN: DOZA GIRTINÊ ENCAMA SIYASETA TECRÎDÊ YE
Pervîn Buldan doza girtinê wekî encama tercîda li dijî Rêber Apo û hewldaneke darbeyê ya ji bo desteserkirina îradeya gel nirxand û got:
“Bi tecrîdkirina birêz Ocalan, tê xwestin tevahiya Tirkiyê bê tecrîdkirin. Lewma xistina wekîltiya me û doza girtina HDP’ê ne tenê me, tevahiya Tirkiyê eleqeder dikin.”
DOZA GIRTINA HDP’Ê
PERVÎN BULDAN: WÊ GEL BI NEWROZÊ BERSIVÊ BIDE
Pervîn Buldan anî ziman ku wê gel dawiya hefteyê li qadên newrozê bersivê bide û banga beşdariya newrozê li hemû hêzên demokrasî yên Tirkiyê jî kir.
HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
HDP XWEDÎ FIKREKE XURT E, BI DOZAN NIKARIN PÊŞIYA WÊ BIGIRIN
Hevserok Mîthat Sancar jî bi hêzbûna bandora HDP’ê destnîşan kir û anî ziman ku di şexsê HDP’ê de hêviya demokrasî û siberoja azadiyê ya gelan hedef hatiye girtin.
Sancar diyar kir ku bi girtina wan tê xwestin faşîzmê li hemû qadan were belavkirin û got:
Bi êrişên li dijî HDP’ê welat ber bi tarîtiyê ve tê birin. Dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Lê belê HDP xwedî fikreke xurt e. Emê wekî berê tevî gelê xwe, têkoşîna xwe bimeşînin û bi desthilatdariya niha bidin wendakirin.
Hevserokê giştî yê HDPê Mîthat Sancar li ser gefên li dijî jiyana Rêber Apo jî banga hevdîtina lezgîn kir.