LÊKOLÎNERÊ AMERÎKÎ MICHAEL RUBÎN:
KURD JI BO OCALAN BIBE SEROKÊ WAN Ê SIYASÎ BI ISRAR IN
Lêkolînerê amerîkî Dr. Michael Rubin li ser îdiayên darbarê rewşa Rêber APO ji çapemeniya Amarika yê re axifî.
Michael Rubin di axaftina xwe de balê dikşîne ser tesîra Rêber APO ya li ser Kurda û dibêje;
“Ji bo gelek Kurd Ocalan Nîlson Mandêla ye. Têkoşerê Azadiyê ye. Ji bo Ocalan bibe serokê wan ê siyasê kurd bi israr in”
Rubin got ku wî bi rengekî rexnegir felsefeya Ocalan nirxandiye û wiha domand:
“Ji Kobanê heta Kirmanşahê girîngiya felsefeya Ocalan û qebûlkirina wê ya di nava civaka Kurd de nayê înkarkirin. PKK bi vê pêş ketiye.”
Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin di dawiya axaftina xwe de got:
“Îro, ji bo piraniya Kurdan Ocalan nirxên pêşverûtiyê temsîl dike, lê belê Erdogan û Barzanî despotî û paşverûtiyê temsîl dikin.”