Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dehan navendên Ewrûpayê Kurdistanî ji bo Rêber Apo li qadan bûn 18.03.2021

 

“RÊBER APO XETA ME YA SOR E”
LI DEHAN NAVENDÊN EWRÛPAYÊ KURDISTANÎ LI QADAN BÛN

Li Almanyayê li Berlîn, Maînz, Stuttgartê kurdistaniyan bi çalakiyên xwe xwest parêzer an jî malbata Rêber Apo biçe Îmraliyê.

Kurdistaniyan destnîşan kir ku heta agahiyê ji Rêber Apo wergirin wê li qadan bin.

Ji xeynî van bajaran li Darmstadt, Mannheîm, Saarbucken û Hîldesheîm jî kurdistaniyan bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên xwe yên ji bo Rêber Apo domandin.

Li paytexta Fransayê Parîsê li banliyoya Evryê jî ciwanên kurd li qadan bûn.

Li paytexta Îtalyayê Romayê gelê kurd û dostên kurdan ên îtalyan çalakiyeke hevpar li dar xist.

Di çalakiyê de hat xwestin ku derhal li Îmraliyê hevdîtineke pêk were.

Li bajarê Qibrisê Lîmasolê jî bi heman daxwazê çalakî hat çêkirin.

Di çalakiyên li bajarê Swîre Cenevê jî hat xwestin ku pêşî lê were vekirin da ku parêzer yan jî malbata Rêber Apo biçin Îmraliyê.

Kurdistaniyan di çalakiyên xwe de peyama Rêber Apo xeta me ya sor e da û diyar kir ku heta agahiyeke pêbawer wernegirin wê li qadan bin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv